• Sunday, 22 February 2026
logo

Kerkûk: Teqînekê Hisênîyek kir armanc û zarokek bi kemera bombekirî hat girtin

Gulan Media August 22, 2016 Nûçe
Kerkûk: Teqînekê Hisênîyek kir armanc û zarokek bi kemera bombekirî hat girtin
Êrîşeka xwekujî Hisênîyeka bajarê Kerkûkê kire armanc û li gor agehîyên destpêkî pênc birîndar li paş xwe hêlane, herwesa polîsên Kerkûkê zarokekî bi kemereka bombekirî girt.

Peyamênrê War li Kerkûkê ragîhand: xwekujekî bi kemereka bombekirî, li nêzîkî Hisênîya Cefer a Sadiq li gereka wast ya başurê Kerkûkê xwe teqand û guman li ser wê yekê hene ku Daişê ew kiryare kir be.

Got jî: li gor agahîyên destpêkê heta niha 5 birîndar hene belê amara teqînê ber bi zêdebûnê ne.

Ji alyekê dî ve, polîsên Kerkûkî şîyan zarokekî bigrin ku kemereka bombebekirî li ber xwe kiribû, bi nîyazbû xwe bi hêzên polîsan ve bi teqîne, lê polîsên Kerkûkê şîyan bombeya navbirî puç bikin û ew zaroke jî hat girtin.

War.tv
Top