• Sunday, 22 February 2026
logo

Civata wezîran teqîna Dîlokê şermezar dike

Gulan Media August 22, 2016 Nûçe
Civata wezîran teqîna Dîlokê şermezar dike
Civata wezîrên Herêma Kurdistanê di peyamekê de teqîna bajarê Dîlokê, şermezar dike û sersaxiyê li malbatên qurbanî û birîndarên bûyerê dike.

Ev li jêr teksta daxuyaniya hikûmetê:

Em, wê kiryara terorîstiya duhî li bajarê Dîlokê hatî encam dan û hijmareke zêde ji xelkê sivîl û bêguneh kirin qurbanî, bi dijwarî şermezar dikin. Em sersaxiyê li malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Tirkiyeyê dikin û hêviya zû çakbûnê ji bo birîndaran dixwazin.

Ev kiryara hovane ya terorîstan û kiryarên wan yê nemirovane yên din ku bi awayekî metirsîdar li deverê û li cîhanê dubare dibin, divê ji bo civaka navdewletî û bi taybetî ji bo welatên deverê hokareke be ku, bi îrade û berprisiyeke mezin rûbirûyê terorê bibin û ji bona jinavbirin û binbirkirina terorê û terorîstan zêdetir hevahengî û hevkarîyê bikin.

Em hîvdar in encamderên wê kiryara terorîstî bigihin cezayê xwe yê adil û gelên cîran û cîhanê jî bi aramî û dûr ji gefên destê reşê terorîstan ji bona binyatdanan û parastina şaristaniyeke pêşkefî ya jiyandost ji bo tevaya mirovatiyê, li ser jiyaneke xweş û geşkirinê berdewam bin.

Civata wezîrên Herêma Kurdistanê
21.08.2016


Top