• Sunday, 22 February 2026
logo

Hikûmeta Îranê bi fermî Barzanî vexwend Îranê

Gulan Media August 22, 2016 Nûçe
Hikûmeta Îranê bi fermî Barzanî vexwend Îranê
Hat zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi fermî ji aliyê Îranê ve hatiye vexwendin da ku serdana wî welatî bike.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Omêd Sebah di daxuyaniyeke nivîskî de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, ragihandiye, Barzanî bi fermî ji aliyê Îranê ve hatiye vexwendin da ku serdana wî welatî bike.

Omêd Sebah her wiha gotiye, gazîname gihîştiye destê Serok Barzanî tenê maye wextê serdana were destnîşankirin.

Wî rayedarê Herêma Kurdistanê aniye ziman ku ji ber agahî û nûçeyên virda wêda yên ku di heyama çend rojên borî de li ser serdana Barzanî bo Îranê hatine belavkirin, ev daxuyanî daye.\

basnews
Top