• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokê civata qeza Şingalê sedemên nevegeriyana koçberan eşkere dike

Gulan Media August 22, 2016 Nûçe
Serokê civata qeza Şingalê sedemên nevegeriyana koçberan eşkere dike
Serokê civata bajarokê Şingalê sedemên nevegeriyana koçberan eşekre dike û dibeje ku, ji ber nakokiyên siyasî, nebûna xizmetên jiyanê, kavilbûna deverê û nebûna piştrastnebûnê ji paşerojê koçber bo ser mal û milkên xwe venagerin.

Weys Nayîf serokê civata qeza Şingalê di daxuyaniyeke taybet de bo malpera fermiya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku, ji ber nakokiyên siyasî di navbera aliyên siyasî de li qezaya Şingalê, koçber venagerin û ev yek bi mezintirîn asteneg li pêşiya vegera koçberan wesif kir. Her şiqas nêzîkî 70 kîlometir ji deverê hatiye azadkirin. Lê ji ber nakokiyên siyasî heta niha hijmareke kêm ya koçberan vegeriyane.

Nayîf dibêje: Pêşmerge çûn Kobanê û piştî erka xwe ya niştimanî bi cî anî, ew bi ser bilindî bo Herêma Kurdistanê vegeriyan. Pêwîste aliyên siyasî yên din jî ku ji bo azadkirina Şingalê qurbanî dane, piştî rizgarkirina Şingalê bo deverên xwe veger in û em jî dê ser û bejina xwe ji bo şahîdên wan biçemînin.

Navborî dibêje ku, nevegeriyana hevwelatiyên êzidî bo deverên xwe nebûna xizmetên sereke yên jiyanê ye û piraniya xaniyan wêran bûne û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, di vî warî de ji bo avadankirina deverê divê kampaniyayeke navdewletî hebe. Ew hikûmeta federaliya Îraqê rexne dike û dibêje ku, devera Şingalê ser bi Parêzgeha Neynewayê ve ye û ji aliyê îdarî ve ser bi hikûmeta Îraqê ve ye. Lê hikûmeta Îraqê weke pêwîst alîkariya Şingalê û xelkê wê yê koçber nakiriye. Civaka navdewletî û Neteweyên Yekgirtî jî weke pêwîst alîkairya xelkê deverê nakin ku bo ser mal û milkê xwe vegerin û avakirina deverê pêwîstî bi gelek milyar dolaran heye.

Li gor Nayîf, operasyona rizgarkirina Mûsilê bandorê li ser ewlehiya qeza Şingalê nake ji ber ku, devera Şingalê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve tê parastin û terorîst bi dûriya 70 kîlomertan hatime dûrxisitn û ji ber hebûna Pêşmerge dever arame.
Serokê civata Şingalê dibêje ku heta nuha sê hezar hevwelaiyên kurdên êzidî di destê terorîstên DAÎŞê de ne û çarenivîsa wan nediyare.

Di dawiya axaftina xwe de Nayîf behsa operasyona roja çarşemê 17ê tebaxê dike ku ji aliyê hêza dije terorê ya herêma Kurdistanê li Hewîce hat kirin û di encam de çend jin û zarokên êzidî ji destê terorîstan rizgar kirin.


Top