Fermandarekî Pêşmerge red dike ku rê li hatina penaberan girtine
Çapemeniya Iraqê amaje bi vê dikin ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rê nadin xelkê ku ji desthilatiya DIŞIê direvin bikevin Kurdistanê, yan jî bikevin sînorên Kurdistanê. Li hember vê yekê fermandarê giştî yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li bereya Başîkê Hemîd Efendî ragehand ku pêşmerge bi tu awayekî rê li pêş xelkê sivîl nagre, ku neyên Kurdistanê, yan jî bikevin sînorê Kurdistanê.’’
Hemid Efendî diyar kir: ‘’Em xwedî rêkarên taybetin, bo wan kesên ku têne sînorê Pêşmerge û xwe radest dikin. Em wan birêdikine asayîşê û li wêderê lêkolîn li ser dosya wan tê kirin. piştre jî birêdikin kampan. Ji ber di heyama borî de çend rewşên terorî di nav wan xelkane de pêşket û peyvendiyên wan li gel DIŞIê hebûn.’’
