Iraqê 36 tawanbarên komkujiya Spykerê darvekirin
Derbarê vê yekê Wezareta Dad a Iraqê ragihand ku 36 tawanbarên komkujiya Spykerê duh, li zindana Nasiriye û bi amadebûna Wezîrê Dadê û hin malbatên qûrbaniyan hatin darvekirin.
Berî niha biryara sêdarekirinê ji aliyê Serokomarê Iraqê Fûad Masûm ve hatibû imzekirin.
Di Hezîrana 2014ê de DAIŞê hezar û 700 leşkerên Iraqê li bajarê Tekrît girtibûn û li gor Wezareta Mafê Mirovan a Iraqê ji wan hezar û 566 leşker hatibûn gulebarankirin.
K24
