Serok Barzanî li gel Mekteba Sekreteriyeta Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê civiya
Li civînek da şanda mîhvan pîrozbahiya serkeftinên Pêşmergeyan li Serok Barzanî kir û spasî rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina şerê terorê kirin û pêzanînên xwe ji bo qehremanî û cangoriya hêzên Pêşmerge li têkşikandina terorê û parastina welat de hebû. Her wiha ji bilî piştraskirina helwesta xwe ya berdewam ku proseya xwendinê rastî kêşeyan nebê, behsa kêşe û giriftên mamostayan û rewşa darayî û jiyana xerapa çîna mamostayan kirin. Daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku çareseriyek ji bo rewşa mamostayan û girifta mûçeyên wan peydabike bo ku bikarin bi başî erk û karên xwe de berdewam bibin.
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û rola mamostayan li qonaxên cûda cûdayên dîroka Kurdistanê de bilind nirxand û eve jî xisterû ku helwesta mamostayan piştî raperîn û berdewambûna mamostayan li proseya xwendinê helwesteke ku tu demekî nayê ji bîr kirin. Li beşekî dinê civînê de Serok Barzanî sedemên qeyrana darayî ji bo amadebûyan şîrove kir û ji bilî balkişandina li ser girifta gendeliyê tekez li wê yekê kir ku şerê gendeliyê li şerê terorê dijwartire û bi hemû şiyanek ve kar ji bo nehiştina gendeliyê dike.
Di derbarê kêşe û giriftên mamostayan Serok Barzanî piştgîriya xwe ya tevahî ji bo mamostayan nîşanda û ragihand ji bo peydakirina çareseriyek û çareserkirina giriftên mamostayan zêdetir hewl dide.
