• Sunday, 22 February 2026
logo

AKPê, MHPê û CHPê li ser pêwîstiya Tirkiyê bi destûrekî nû rêkeftin

Gulan Media August 21, 2016 Nûçe
AKPê, MHPê û CHPê li ser pêwîstiya Tirkiyê bi destûrekî nû rêkeftin
Hersê firekesyonên AKPê, CHPê û MHPê di parlemana Tirkiyê de, wek Cejnekê ji welatiyên Tirkiyê re ragehandin û di kongirekî rojnamevanî de diyarkirin ku ew li ser pêwîstiya Tirkiyê bi destûrekî nû rêkeftine.

Heyameê mehekê ye ku, komîteyek ji hersê partiyên navborî jibo nivîsandina destûrekî nû jibo Tirkiyê gotûbêjan dikin, bi tenê HDPê ji vê komîteyê hatiye dûrxistin û endamê wan nîne, endamên hersê firekesyonana di kongireyekî rojnamevanî de raghandin ku, ew cejnekê jibo welatiyên Tirkiyê radighînin bi rêkeftina me li ser pêwîstiya Tirkiyê bi destûrekî nû.

Ji AKPê Ebdulhemîd Guwêl, ji CHPê Bolent Tezcan û ji MHPê jî Mihemed Parsak endamê komîteyê ne, herwiha wê hîna 17 kes jî ji hersê partiyan wê werin destnîşankirin jibo destûrekî nû binvîsin.

Tevî ku ew ji welatiyê tirkiyê cejnekê radighînin, lêbelê pirs ew e aya bêyî HDPê ew cejin dê were qebûlkirin? Aya ew cejin bi tenê jibo Tirkane an jibo Kurdan jî?

Hejmarek ji çavdêrên siyasî dibînin ku, bêyî HDPê bi ti şêweyekî destûrê Tirkiyê tendurûst nabe, jiber HDPê xwedî 6 milyon denge û divê rêz ji wan dengare bê girtin.

Li ser daxwaza APKê HDPê nabe endam di komîteya nivsandina destûrê nû de, ew yek jî bi hinceta ku HDPê ti helwêsta wê ya zelal derbarê PKKê nîne û tevî ku HDPê xwedan kursiyên bêhtire ji kursiyên MHPê ku bi tenê xwedan 40 kursiye, lêbelê APKê naxwaze wan bike endam di komîteya nivsandina destûr de.

Ji aliyê xwd ve jî CHPê di heftiya borî de ragehand ku, niha jî em dikarin cihê HDPê di komîteya nivsandina destûr de çêkin jibo girînge HDPê beşdarbe û rêz li dengderên wê were girtin.

Lêbelê li gorî AKPê divê HDPê bi şekre dijayetiya PKKê bike heta ku karibe beşdarî nivsandina destûrê nû yê tirkiyê bibie.

Basnews
Top