Operasyona bakûrê Minbicê xilas bû
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku operesyona rizgarkirina bejahiya Minbicê li baskê bakûrê Minbicê rawestiya, lê li baskê başûr didome.
Meclisê di daxuyaniyekê de da zanîn ku hinek hêzên wan paşde vegeriyane. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
”Di têkoşîna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên HSDê ya li dijî çeteyan, xeta parastinê ya bakurê çemê Sacûrê hat bidestxistin. Şervanan ev yek tedbîr girtin da çete xwe bernedin herêmên rizgarkirî. Hêzên QSDꞌê vegeriyan başûrê xeta Sacûrê, lê şervanên Meclîsê li xeta çemê Sacûrê man û li bakûrê çêm bi cih bûn. Em wek Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihandighînin ku operesyona rizgarkirina bejahiya bakurê Minbicê bi dawî bûye û gihişt encamê. Lê li bejahiya başûrê bajêr, operesyona rizgarkirinê didome.”
Basnews
