Rojava – Fermandeyekî milîsên Sûriyê li Hesekê ji aliyê asayişê ve hat girtin
Şer û aloziyên bajarê Hesekê, ku ev çend roj in di navbera hêzên YPG-Asayişa PYD û milîsên rêjîma Sûriyê de derketiye, didome.
Li gorî agahiyan, şeva borî li bajarê Hesekê, fermandeyekî milîsên rêjîma Sûriyê bi navê Ehmed Siûd, ku ev çend roj in şerê şervanên YPG û hêzên asayişê dikin, ji aliyê hêzên asayişê ve hat girtin.
Piştî girtina wî berpirsê Sûrî, parlamenterê berê yê Sûriyê û rojnamevanê nêzîkî rêjîma Sûriyê, Şerîf Şehade li ser rûpela xwe ya facebookê gef li hêzên asayişê û YPGê xwar û got, wisa xuya dike we hîn bombebermîl tam nekiriye!
Wî peyayê Beşar Esed her wiha gotiye, wêrankirina bajarê Hesekê bi bombebermîlan, tenê dê nîv saetê bikşîne!
Qesta wî rojnamevanê Sûrî ji bombebermîlan, ew bombe ne yên ku mîna bermîlên petrolê ne û ji aliyê rêjîma Sûriyê ve li dijî hêzên opozîsyonê tên bikaranîn.
Basnews
