Di nav YNK û Goran de nakokî!
Biryar bû ku Civata Parêzgariya Silêmaniyê biciviya û di civine de parêzgarê YNKê dest ji kar bikêşa û parêzgarê Goran jî dest bikar bikira.
Bi gotina Serokê Koma YNKê li Civata Parêzgariya Silêmaniyê civîn ji bo demek nediyar hatiye paşxistin. Lê Serokê Koma Tevgera Goran jî dibêje haya wan ji paşxistina civînê nîne.
Serokê Koma YNKê li Civata Parêzgariya Silêmaniyê Rêkeft Zekî ji Rûdawê re ragihand ku naveroka civînê li dijî yasayên Herêma Kurdistanê û herwiha rêkeftina YNK û Goran e, ji ber vê jî civîn hatiye paşxistin.
Serokê Koma Tevgera Goran li Civata Parêzgariya Silêmaniyê Enwer Tahir jî ji Rûdawê re ragihand ku ew agahdarê paşxistina cîvînê nînin û got:
“Emê herin civînê. Heger rêjeya yasayî ya endamên civatê temam nebin, yan jî komek daxwaza betalkirina civînê bike, hingî dikare civîn bê paşxistin.”
Di dema hilbijartinên parêzgariyê de, YNK û Tevgera Goran lihev kiribûn ku her yek 2 salan li ser kursiya parêzgariya Silêmaniyê bimîne.
Li gorî biryara aliyan divêya roja 21ê Tebaxa 2016ê, wate îro ev guhertin bihata kirin.
Rudaw
