Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê: Ji 81 bajarên Tirkiyê, 75 rêvebrên asayiş ser bi Gulen ve ne!
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Ala Afkan di hevdîtinê de li kenalê NTV aTirkiyê ragehand: “Teqîneyên ku li Bakur encamdidin bi taybey teqîna li Elezîz ku 217 kes têde birîndarbûn, PKKê û alîgirên Gulen gelekî alîkariya hevdu dikin, wek nimûne ew otombîla ku li Elezîz teqandin, çawa PKKê kare wê otombîlê bighîne wî cihî heger rêveberê Asayiş alîkariya wan nekiribe?”
Herwiha amaje bi wê yekê kir ku, ji 81 bajarê Tirkiyê, 75 rêveberên Asayiş ser bi Gulen ve ne, lewma divê pêkhateya wan rêvberiya bi temamî were guhertin.
Herwiha dibêje: “Ti guman nîne ku, Endam û alîgirên tevgera Gulen destên xwe xistine destê PKKê jibo teqînan encam bidin, herwiha pilanên wan yên bi dizî hene jibo jinavbirian Tirkiyê, hemû belgename û dêkomênt li cem me hene û em dê di demek din jibo raya giştî şekre bikin.”
basnews
