Amerîka: Balefirên me berevaniyê li kurdên rojava dikin
Dawiya heftiya borî de, balefirên şer ên Sûriyê binkeyên YPGê (Yekîneyên Parastina Gel) yên li bajarê Hesekê ya Kurdistana rojava bombebaran kirin.
Roja înê 19.08.2016ê gotûbêjê wezareta berevaniya Amerîkayê Jeff Davis ragehand; Bi aşkerayî radigehînin ku berevaniyê li wan hêzan dikin ku, şerê dijî rêxistina tund a DAIŞê dikin.
Jeff Davis ragehand, balefirên şer ên Amerîkayê êrîş kirine ser balefirên şer û çekdarên rejîma Sûriyê, ku binkeyên YPGê bombebaran dikirin.
Bajarê Hesekê li Kurdistana rojava di bin desthilatiya PYDê ye, ku baskeke ji PKKê û bajarê Hesekê dikeve ser sînorê kantona Cizîrê.
Basnews
