• Sunday, 22 February 2026
logo

John Kirby: Li hember doza Demîrtaş em bi fikarin û dişopînin!

Gulan Media August 19, 2016 Nûçe
John Kirby: Li hember doza Demîrtaş em bi fikarin û dişopînin!
Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê John Kirby ji bo doza derbarê Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş de got ku ew bûyerê dişopînin û bifikar in.

Kirby di civîna xwe ya rojane de li ser pirsa derbarê doza ji bo Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş de hatiye vekirin wiha axivî: "Em bifikarin ku li Tirkiyê lêpirsîna adil ji bo sînorkirina axavtinên siyasî û azadiya fik û raman bi awayekî êrîşkar bê bikaranîn."

Kirby herwiha diyar kir ku wan her wext piştevaniya azadiya fikr û raman ê kirine û wê her bikin jî. Dîsa wê li hemberî her cûre gavên zirarê dide vê azadiyê derkevin.

Derbarê Selahattin Demirtaş û parlamenterê HDPê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder doz hatibû vekirin û 5 sal cezayê girtîgehê hatibû xwestin.

Basnews
Top