Pêşmerge daxwaza Amerîka red kir
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê daxuyaniya Berddekê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner a li ser Hêzên Pêşmerge de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de tê gotin: Pêşmerge di bin fermana Fermandeyiya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de ye, nek di bin ferman û kontrola Hikûmeta Iraqê de.
Wezareta Pêşmerge ragihand: “Li gorî destûra Iraqê, pêşmerge beşek e ji sîstema berevaniya Iraqê. Herçend ku Hikûmeta Iraqê di warê perwerde û rahênan, dabînkirina çek û pêwîstiyên leşkerî alîkariya pêşmerge nedaye û berpirsatiyên xwe nehilgirtine.”
Di vê daxuyaniyê de Wezareta Pêşmerge herwiha tekez dike: “Pêşmerge bo hemû cîhanê îsbat kir, ku tekane hêz e ku dikare rûbirûyê hovanetirîn koma terorîstî rabiwest e.”
Daxuyanî wiha berdewam dike: “Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve şanazî bi role qehremanane ya Hêzên Pêşmerge dike, çi di demên berê de û çi di şeêr terorîstên DAIŞê de. Pêşmerge bo hemû cîhanê îsbat kir, tekane hêz e ku dikare di rûyê dirrindetirîn koma terorîstî de birawest e. Hevdem pêşmerge niyeta wê çendê nîne, ku dest bi ser ti deverên de bigire, lê belê bergirî li hemû wan cihan dike ku terorîstên DAIŞê jê dûr xistiye û dê li wan cihan bimîne, heta wê dema ku metirsiya terorîstan bo ser deverên nemîne.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin: “Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê herdem amadebûna xwe bo alîkarî û hevrêziya li gel berpirsên Artêşa Iraqê bi mebesta çawaniya rûbirûbûn û têkşikandina terorîstan nîşan daye û bi pratîk jî ew yek îsbat kirine.”
Wezareta Pêşmerge herwiha spasiya Hevpeymaniya Navdewletî jî dike û dibêje: “Ji bilî spas û pêzanînên me bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, em şanazî dikin ku me pêwendiyek baş li gel hêzên hevpeymanan heye bo rûbirûbûna terorîstan û cîbicîkirina bernameya rizgarkirina Mûsilê.”
Rudaw
