• Sunday, 22 February 2026
logo

Ezîz Weysî: Bersifa Ebadî da û peyamek jî da PKKê

Gulan Media August 19, 2016 Nûçe
Ezîz Weysî: Bersifa Ebadî da û peyamek jî da PKKê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge General Ezîz Weysî ragihand, bê ku pêşmerge guh bide cudahiyên etnîstî û mezhebî bi pêş ve diçe. Weyzî teqez kir ku bi belgeyan jî îsbatkirî ye ku bajarê Mûsilê berî ereban bi gelekî bajarê kurd û gelên din e.

Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got, "divê pêşmerge zêdetir bi pêş de neçe", Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Zêrevan Ezîz Weysî wiha axivî:

"Belkî kêfa wan ji lezgîniya pêşmergeyan re nehatibe lê bila birêz Heyder Ebadî bizane ku em şerekî wiha bi rê ve dibin ku em hem hev temam dikin. Herkes dizane ku pêşmerge ji hêzên din cuda ye. Cuda hatiye perwerdekirin. Lewra asayî ye ku lezgîntir be û bêtir serkeftinan bi dest xîne. Serkeftina wan ne tenê serketina Iraqê ye lê ya tevahiya cîhanê ye".

Weysî teqez kir ku stratejiya hevbeş bi hêzên hevpeymanê û Artêşa Iraqê re, jinvabirina DIŞIê ye û wiha dewam kir: "Em li gorî vê stratejiyê bi pêş ve diçin. Eger tirsa wan ev e ku kurd dê li ser Mûsilê bi bandor bin, ev tirs ne di cih

de ye.Mûsil berî bibe bajarê ereban, bajarê kurd û gelên din e û ev bi belgeyan isbatkirî ye. Eger tirsa wan pêkanîna rewşeke "emir waqî" be, rejîmên ereb berê li Mûsilê rewşên emir waqî pêk anîn. Ne kurdan. Lê divê meseleya me niha ne ev be. Divê em dest bidin hev û ereb, xiristiyan, kurdên êzîdî, şebek û tirkmenan ji zilmê DIŞIê xela bikin."

Fermandarê Zêrevan teqez kir ku gelên Mûsilê dizanin ku nûnerên wan li dora Serfermandar Mesûd Barzanî ne û gişt baş taybetmendiya hêz û parêzvaniya pêşmergeyan dizanin, û wiha dewam kir: "Eger hesabên nepenî hebin ku birayên me yên sunî yên ereb û suniyên din hinekî din di bin destên DIŞIê de bimînin ta ku mala wan bêtir wêran bibe, bila dest ji vê berdin. Ê me nêzîkatiyeke me ya mezhebî tine. Yek neyarê me heye û ew jî DIŞI e."

Weysî bersiva pirsyarekê derbarê beşdarbûna PKKê di operasyona Mûsilê de da û diyar kir ku ti têkiliya PKKê pê ve tine û wiha got: "Eger pêdivî çêbibe, em ê bang bikin. Lê helbet bê biryareke hevbeş eger PKK bizaveke wiha bike, ew tiştekî xeter e. Şerekî navxweyî yê kurdan dê kenê xelkê bi me bîne. Hatina PKKê li ser xeta neteweyî rasttirîn rê ye. Ji ber zilamên wek Hayri Durmuş û Mazlum Dogan ku pêşnegên PKKê bûn jî ji bo dewleteke serbixwe ya kurdan jiyana xwe ji dest da."
Top