FLAŞ - Artêşa Sûriyê li ser şerê Hesekê PKK tohmetbar kir!
Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar ên Sûriyê roja înê derbarê şerê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand û tê de, baskê leşkerî yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Rojavayê Kurdistanê wek berpirsyarê pevçûnên wê dawiyê li bajêr bi nav kir.
Artêşa Sûriyê ragihand: “Baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê ‘Asayiş’ di van demên dawiyê de kiryarên xwe yên îstîfzazî li bajarê Hesekê zêde kiriye, her weke destdirêjî li saziyên dewletê, dizîna petrolê, pemo, rênedan bi ezmûnan, û encamdana kiryarên revandina welatiyên û belavkirina rewşek anarşîk û nehêlana îstîqrarê.”
Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin: “Kiryarên baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê ‘Asayiş’ bi dorpêçkirina bajarê Hesekê, topbarana wê topxaneyê û tankan û herwiha bi armanc girtina xalên Artêşa Erebî ya Sûrî zêdetir metirsîdar bûn.”
Artêşa Sûriyê tekez dike, ku di encama wan êrişên hêzên Asayişê de hejmara kuştiyên leşkerên Sûriyê û bi gotina wê welatiyên sivîl zêdetir bû.
Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyê di beşeke din a daxuyaniya xwe de amaje bi hewlên bo sekinandina şer li Hesekê û vegerandina ewlehî û îstîqrar bo bajêr kir û da xuyakirin, ku Asayiş bo wê yekê bersivek erênî nebûye û li gorî daxuyaniyê, hêzên Asayişê li ser êrişên xwe berdewam bûne.
Daxuyanî wiha dom dike:
“Zêdebarî hemû hewlên ku bo rawestandina kirîzê û vegerandina aramî û îstîqrarê bo bajêr hatine dan, lê belê Asayiş ti bersivek nedaye û li ser encamdana tawanênn xwe bi armanca kontrolkirina bajarê Hesekê berdewam e, karek ku rastî bertekek guncaw ji aliê Artêşa Erebî ya Sûrî ve hat, bi bertekên weke aramcgirtina çavkaniyên avêtina roketan û komên endamên çekdar ku berpirsyarê encamdana wan kiryarên tawanbarî ne.”
Artêşa Sûriyê herwiha destnîşan kiriye, ku êrişên ser Artêşa Sûriyê û welatiyên sivîl tenê ji aliyê “Asayişê” ve ne û ti têkilî bi ti pêkhateyên Sûriyê ve nînin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, ku “Artêşa Sûriyê dê hewl bide wan êrişan rawestîne û bo wê yekê dê hemû hewlên mimkun bide, ew yek jî bi armanca parastina yekparçebûna axa Sûriyê û ewlehî û asayişa welatiyên.”
Rudaw
