• Sunday, 22 February 2026
logo

Bordiman kirina Hesekê didome û leşkerên Rejîmê xwe radest dikin

Gulan Media August 19, 2016 Nûçe
Bordiman kirina Hesekê didome û leşkerên Rejîmê xwe radest dikin
Balafirên şer ên rêjîma Sûrî duh danê nîvroyê dîsa hejmarek ji êrîşên asîmanî li ser bargehên leşkerî yên Asayîş û YPGê di hundirê bajarê Hesekê de pêk anîn.

Jêderekî taybet ji Orient Net re ragihand ku, êrîş li ser xalên leşkerî li xaçerêya Merşo, xaçerêya Panorama û navendeke Asayîşê li taxa Neşwayê hatin kirin, û hejmarek ji sivîlan birîndar bûn bêyî ku ti hûlgiliyên bêhtir diyar bibin.

Heman jêderî tekez kir ku, hêj pevçûnên tund di navbera hêzên Kurdî û rêjîm ligel mîlîşyeyên xwe de li gelek deveran ji Hesekê berdewam in.

Ji aliyeke din ve hat ragihandin ku şer û pevçûnên herêma Hesekê cih bi cih didome û leşkerên rejima Sûriyeyê xwe radestî hêzên Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) dikin.

Şer û pevçûnên li Hesekê cîh bi cîh berdewam dikin. Di pevçûnên heta niha de gelek nuqte ji rejîmê hatine girtin û gelek leşkeran jî xwe radestî şervanên YPGê kirin. Şer û pevçûnên ku bi êrîşên rejîmê destpê kiribûn şevêdin li taxên Mesakin, Neşwa Şerqî, Benzînxaneya Merşo û sûka bajar berdewam kirin. Topbarana rejîmê ya li ser taxan jî heta derengiya şevê dewam kirin. Heta berbanga sibehê şer û pevçûn dijwar bûn.

Hêzên rejimê bi topên hawanan taxên bakûrê bajar ên di bin kontrola YPG û Asayîşê de ne topbaran kirin û di van topbaranan de ziyana aborî pêk hat. Saet derdora 05.00an de dijwariya şer hinekê kêm bû û pevçûnan cih bi cih dom kir. Pevçûnên demkî li gelek deveran didomin.

Çavkaniyên YPGê destnîşan kirin ku hêzên rêjîmê ji hev dikevin û hejmarek ji leşkerên wan qadên şer berdidin û direvin. Hate gotin ku hin leşkerên rêjîmê jî xwe radestî şervanên YPGê kirine, lê derbarê hejmara wan de agahiyên zelal nehatin dayîn. Dîsa di pevçûnên li taxên Neşwa Şerqî, Mesakin û sûka bajar de, gelek nuqte ji hêzên rêjîmê hatine paqijkirin.

Top