Nirxê neftê 51 dolar derbaskir
Pêgeha cîhanî oilprice îro 19.08.2016ê li saet 10:00ê serê sibê li gor dema Kurdistanê diyar kir, nirxê her varîlekî nefta brend bi 51 dolar û 15 cent li ser danûstandin hate kirin û nirxê yek varîla nefta xav a Amerîkayê jî bi 48 dolar û 67 cent li bazarê danûstandin li ser hate kirin.
Piştî cudabûna Brîtanya li YE yê nirxê neft û petrolê daketibû û bi awayekî dikare bê gotin ji 50 dolar heta bin 40 dolar daket. Lê di çend rojên borî de carekedin nirxê neft û petrolê bilindbû.
Tê gotin di dawiya meha îlonê de welatên endamê rêxistina OPECê wê li Cezayîrê bicivin û bi armanca rêkxistina asta berhemanîna neftê û bi armanca bilindkirina nirxê neftê wê hin biryaran bigrin. Çavdêrên aborî jî pêşbînî dikin ji ber zêdebûna xwastek ango taleba neftê wê nirxê neftê ber bi bilindbûnê ve biçe û heta dawiya vê salê wê bighîje 65 dolar.
Basnews
