Serok Barzanî serxweşiyê li Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye kir
Birayê birêz Îbrahîm Biro Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye
Bi mixabinî nûçeya koça dawî ya Îsmaîl Reşad Hemê siyasetmedar û têkoşerê Kurd û damezrênerê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriye û Serokê berê yê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê gihîşt me. Ji dest dana xwedê jêrazî Îsmaîl Reşad Hemê xesaretekî mezine ji bo tevgera rizgarîxwaziya Kurd li Suriye. Bi vê xemgîniyê serxweşiyê li we û endamên Encûmena Niştîmaniya Kurd û kadîr û alîgir û gelê Kurd li Sûriye û malbat kesukarê xwedê jêrazî dikim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî Îsmaîl Reşad Hemê bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi me hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
18.08.2016
