• Sunday, 22 February 2026
logo

Kemal Kılıçdaroğlu daxwaza jinavbirina PKKê dike

Gulan Media August 19, 2016 Nûçe
Kemal Kılıçdaroğlu daxwaza jinavbirina PKKê dike
Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu daxwaz ji Hikûmeta Tirkiyê kir ku, çi ji destê we tê jibo jinavbirian PKKê bikin, em jî dê alîkarê we bin.

Piştî ku, îro 18 Tebaxê teqînek mezin li bajarê Elezîz rûda, PKKê bi wê teqînê tê tuhmetbarkirin ku, bû sedema kuştina 3 polîs û birîndarbûna 217 kesên din ji wan 60 welatiyên sivîlin, CHPê jî bi tundî dijî PKKê westiyaye.

Di nivîsekê de ku li ser tora civakî ya Twitter hatiye balvkirin, Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu daxwaz ji hikûmetê kiriye ku, çi ji destê wê bê jibo jinavbirina PKKê bila bike û ew jî dê alîkariya wê bikin.

Herwiha gotiye: “Tikaye me ji bela terorê rizgarbikin û PKKê jinavbibin, em jî wek CHPê çi ji destê me bê em dê bikin.”

Basnews
Top