• Sunday, 22 February 2026
logo

Derbarê Şirnex û Colemêrgê de biryar hat dayîn!

Gulan Media August 19, 2016 Nûçe
Derbarê Şirnex û Colemêrgê de biryar hat dayîn!
-Parlamentoya Tirkiyê di rûniştina duh de derbarê ligel guhertin û sererastkirinên navxweyî, 80 xal pesend kir. Di rûniştinê de guhertinên derbarê Şirnex û Colemêrgê jî bi raya her çar partiyên parlamentoyê de, ji pêşnûmayê hate derxistin.

Li gorî vê yekê dê wekî berê Şirnex û Colemêrg bajêr bimînin û navên wan nayê guhertin û Cizîr û Gever jî navçe bin. Xalek din ê giring jî derbarê şaredariyan û serok şaredarên girtî de ye. Di pêşnûmayê de xala ku digot: "Dê Wezareta Navxweyî û walî li cihê serokê şaredariyan ên ji ber sûca terorê hatine girtin, kesên din diyar bike" ji metnê pêşnûmayê hate derxistin.

Piştî ev sererastkirin ji dengdanê derbasbûn, parlamenterên partiyên mûxalefetê bi çepikan pêşwaziya van guhertinan kirin. Hêjayê gotinê ye ku meha borî hikûmeta Tirkiyê pêşnûmayek li ser statûya bajêrên Şirnex û Colemêrgê amadekiribû ku li gor vê herdu bajêr dibûne navçe, navê Şirnexê dibû Nûh, navê Colemêrgê (Hekarî) jî dibû Çolemerîk. Li dewsa van herdu bajêran, Cizîr û Gever dibûne bajêr û vê biryarê rê ji nerazîbûnek.

Basnews
Top