• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîr pêşwaziyê ji Balyozê Kuwêtê dike

Gulan Media August 19, 2016 Nûçe
Serokwezîr pêşwaziyê ji Balyozê Kuwêtê dike
Roja Pêncşem 18-8-2016 Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Xesan Zewawî Balyozê Kuwêtê li Îraqê û şandeka dîplomasiya pê re kir.

Balyozê Kuwêtê xuya kir jibo xatir xwastinê û dawî hatin bi erkê wî wek Balyozê Kuwêtê li Îraqê serdana Herêma Kurdistanê kiriye û spasiya piştîvaniyên Serokwezîr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir jibo ser xistina karên balyozxane û konsulxane ya welatê xwe li Îraq û Herêma Kurdistanê.

Her wiha pêdagirî li ser pitir bihêzkirna têlkilyên du alî navbera Herêma Kurdistanê û Kuwêtê kir û amaje bi vê yekê da ku konsulxaneya wan li Hewlêrê dikare jibo vê pirsê digel dezgehên Herêma Kurdistanê rola xwe bilîze.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya vê serdanê kir û hêviya serketinê jibo karê nû yê wî xwest û daxwaz jê kir li ser hewlên xwe jibo pitir bihêzkirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Kuwêtê li hemû waran berdewam be. Amadeyî ya hikûmetê jî jibo her cure hêsankariyekê nîşanda.

Li dawiyê jî her du aliyan behsa rewşa deverê, Kurdistan û Îraqê û şerê dijî terorêû hin babetên têkildar kirin.


Top