• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî 7 şîret û biryarên nû da hêzên pêşmerge

Gulan Media August 18, 2016 Nûçe
Serok Barzanî 7 şîret û biryarên nû da hêzên pêşmerge
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji fermandar û pêşmergeyan daxwaz kir ku biryarên ji bo bereyên şer hatibûn wergirtin, bicîh bînin.

Serokatiya Kurdistanê ragihand ku bi piştgiriya yasaya jimare 1 a sala 2005ê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, li berçavgirtina rewşa Herêma Kurdistanê ku li hember DIŞIê di nav şerek giran de ye, ji bo parastina navê pêşmerge û navê pêşmerge bigihe navendên navdewletî, pêwîste ew biryarên berî hatine girtin bên cîbicîkirin.
7 biryarên ku Serokatiya Kurdistanê, roja 17ê Tebaxa 2016ê ji bo pêşmerge derxistibûn wiha ne:
1 – Tekez li ser naveroka fermana jimare 120 a 21ê Tebaxa 2014ê dikin ku ji bo Wezareta Pêşmerge, Wezareta Navxwe û herwiha aliyên pêwendîdar re hatiye şandin ku taybet e ji bo parastina rewşa pêşmerge, gelê Kurdistanê di dema şerê terorîstên DIŞIê û êrîşan de, parastina xelkê sivîn, jiyana û malên kesên li herêmên hatine rizgarkirin.
2- Di dema azadkirina hemû navçeyên di bin destê DIŞIê de, divê hemû awayî xelkê sivîl bên parastin, rê nedin ku destdirejî li ser mal û milkên wan bê kirin.
3 – Bêyî belge û rêkarên yasayî ti hemwelatiyek nayê binçavkirin. Divê di dema xwe de dosyeya her yekê bê yekalîkirin. Bi riya dageh û bi awayek yasayî dosyeya wan bê yekalîkirin.
4 – Bêyî sedemên yasayî yan jî leşkerî, ti hemwelatiyek cihê xwe yê nîştecîbûnê li devera rizgarkirî vanaguheze bo cihek din.
5 – Hemû hemwelatî dikarin bi azadî hatin û çûnê bikin, di çarçoveya rênimayên asayîş û leşkerî yên herêmê de, ji bilî cihên leşkerî û cihên şer, ti astengiyek li pêşiya hatin û çûna wan nîne.
6 – Di dema berevanî û şer de li hember hemwelatiyên sivîl divê hîmên mafên mirovan û yasayên mirovî liberçav bêne girtin.
7 – Her kesek an aliyek van xalên jor li berçav negre, dê kiryarên yasayî li hember wan bên bikaranîn.

Top