Endamê PYKSê Ismaîl Hemê koça dawîn kir
Komîteya Navendî ya PYKSl ragihand ku sibeha şeva Çarşemê endamê polîtbîroya partiya wan koça dawî kir.
Li gorî ragihandina Komîteya PYKSê, Hemê bi sedema krîzeke dil li bajarê Qamişlo vefat kiriye.
Cenazeya Ismaîl Hemê ji Mizgefta Faroq ber bi gundê Til Dîkê yê ser bi Dirbêsiyê ve hat veguhestin.
Ismaîl Hemê 52 salî bû û ji Dirbêsiyê bû.
Tê zanîn ku Ismaîl Hemê berê sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê bû.
Rudaw
