Bînalî Yildirim: Tirkîyê çaverêyî vekêşana hêzên Kurdî ye ji Minbicê
Bînalî Yildirim welatên Awropa jî bi taybetî Almanya bi piştevanîya PKKê binav kirin û got: li Almanya piştevanîyeka mezin li PKKê tê kirin û ragîhandina PKKê şîyaye karîgerîyê li welatîyên Almanya û raya giştî ya wî welatî jî bike hikûmeta wî welatî jî gelek caran li jêr wê bandorê xizmeta PKKê dike.
Rexne jî li welatên Awropa girt, ku li demê kodetaya 15ê meha borî helwestekê baş li hember Tirkîyê nebûn.
Sebaret bi rewşa niha ya Sûrîyê jî, serok wezîrên Tirkîyê got: Tirkîyê û Îran hevhelwestin ku nabe Sûrîyê bê parçekirin, dijatîya xwe jî li hember dirustbûna dewleteka Kurdî li wê parçeya Kurdistanê dîyar kir, carekadin jî PYDê û YPGê bi terorîst û parçeyek ji PKKê binav kirin got jî: ew li hêvîya sozên Amerîkane ku dê hêzên YPGê ji bajêrê Minbic bêne vekêşan li demê ew bajêr tê kontrol kirin.
War.tv
