• Sunday, 22 February 2026
logo

Karayilan: Nabe partiyên Rojhilatî li dijî Îranê şer bikin!

Gulan Media August 18, 2016 Nûçe
Karayilan: Nabe partiyên Rojhilatî li dijî Îranê şer bikin!
PKK dibêje, şer û xebata çekdarî ya partiyên Rojhilatî li dijî Îranê dikeve xizmeta Tirkiye û Erebistanê! Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) jî bi tundî bersiva PKKê dide.

Endamê rêveberiya PKKê Murat Karayilan ji televîzyona Newroz a PKKê re gotiye, nabe partiyên Rojhilatî li dijî Îranê şer û xebatên çekdarî bikin çimkî şerê li dijî Îranê xizmeta Tirkiye û Erebistanê dike, ji ber ku şerekî mezhebî ye!

Murat Karayilan bang li hêz û partiyên Rojhilatî jî kiriye, li şûna şerê çekdarî, xebatên siyasî, sivîl û çandî bikin.

Li hember vê yekê, endamê Polîtburoya PDKÎ Kerîm Perwîzî bi tundî li hember wan gotinên Karayilan nerazîbûn nîşan daye û gotiye, şêwaza xebata her parçeyeka Kurdistanê ji aliyê xebatkarên wê beşa Kurdistanê ve tê destnîşankirin ji ber ku ew baştir dizanin çawa xebat bikin.

Kerîm Perwîzî ji malpera fermî ya partiya xwe re gotiye, li Îranê firsend û derfeta xebatên siyasî û sivîl bo kurdan nîne lewma ew neçar in şer bikin, lê li Tirkiyê ew firsend û îmkan heye wê çaxê çima li wir şer û xebata çekdarî tê kirin?!

Basnews
Top