Serok Barzanî pêşwaziya şandekî serbazî û siyasî ya Amerîkayê kir
Li hevdîtinê de Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê ku dawî bi erkên xwe yê li Iraqê aniye, Fermandeyê nû yê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê bi Serok Barzanî nasand û spasî rola Serok Barzanî li şerê terorîstên Da'îş kir û pêzanînên xwe ji bo azayetî û qurbanîdana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hebû.
Li beranber da Serok Barzanî spasî keda General Mek Farlandî kir ku di dema xizmeta xwe ya li Iraqê de rolekî xwe yê ber bi çav li hemahengî û şerê terorîstan da hebûye û hêviya serkeftinê ji bo Fermandeyê nû yê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê xwest.
Her li vê kombûnê da behsa serkeftinên vê dawiyê ya Hêzên Pêşmerge kir û tîşk xiste li ser gef û astengiyên serbazî û siyasiyên li ber operasyona azadkirina Musilê û her du alî tekez li wê yekê kirin ku pêwîste xelk û pêkhatên parêzgeha Musil beşek bin ji çareseriya serbazî û siyasî ya li her dû qonaxên azadkirin û piştî azadkirina Musilê.
