• Sunday, 22 February 2026
logo

Ji bo Kurdan projeyên nû

Gulan Media August 17, 2016 Nûçe
Ji bo Kurdan projeyên nû
Konsolê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê Ken Gross ragihand ku bernameya wan ew e zêdetir nêzîkê gelê Kurdistanê bibin, ji ber vê yekê giring dibînin pêwendiyên wan li gel xelkê hebe.

Ken Gross ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku weke nûnertiya Amerîkayê ew ê li gel hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di nava pêwendiyan de bin û got:

“Li gel hemû aliyan giftûgokirin erkê me yê sereke ye.”

Derbarê bernameya karên xwe de jî Gross wiha axivî:

“Ji bo zêdetir nêzîkê gelê Kurdistanê bibin, gelek bername û projeyên me yên nû hene. “

Konsolê Amerîkayê daxuyand ku ji bo nûnertiya Amerîkayê giring e pêwendiyên wan li gel xelkê hebe û ew dê ji bo nêzîkbûna gel jî karê taybet bikin.

Rudaw
Top