• Sunday, 22 February 2026
logo

Kuwêt dê çend pirojeyên mezin jibo awareyên li qeza Şêxan bike

Gulan Media August 17, 2016 Nûçe
Kuwêt dê çend pirojeyên mezin jibo awareyên li qeza Şêxan bike
Qunsilê Giştî yê Kuwêt li Herêma Kurdistanê serdana kampa Mam Reşan li qeza Şêxan ser bi parêzgeha Duhokê ve kir û biryar da ku hin karên mezin jibo awareyên wê kampê bike.

Îrp 16 Tebaxê, Qayimeqamê qeza Şêxan Serdar Yehya ji BasNews re ragehand ku, piştî ku Qunsilê Giştî yê Kuwêt Dr. Omer Ehmed serdana kampa Mam Reşan kir û ji nêzîkve haydarî rewşa awareyên wê kampê bû, biryar da ku hiundek karên baş jib o wan were kirin û got: “Kuwêt dê dibstanek mezin û nexweşxaneyekê li kampê avabike ligel peydakirina hejmarek karvanan jibo xelkê kampê.”

Navborî got jî: “Niha em amadekariyên xwe dikin, jiber di şerê Mûsilê de têpêşbînî kirin ku hejmareke herî mezin ji awareyan berê xwe bidin qeza Şêxan ku nêzktirîn qeza jibo Mûsilê.”

Basnews
Top