• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka kiryarên PYDê şermezar kir

Gulan Media August 17, 2016 Nûçe
Amerîka kiryarên PYDê şermezar kir
Şandeke Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) serdana Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Endamê şanda ENKSê Xalid Elî ji Rûdawê re ragihand, ku şanda wan di serdana bo konsulxaneya Amerîka de, pêşhatên dawî yên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û Sûriyê bi giştî, herwiha nêrîna ENKSê ji opozisyona Sûriyê nîşan da.

Xalid Elî got, ku wan ji konsulxaneya Amerîka re behsa kiryar û binpêkirinên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li dijî partiyên kurdî û rojnamevan û sivîlan kir. Elî tekez kir, şanda ENKSê û rayedarên Konsulaneya Amerîka herwiha behsa girtina Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û derxistina wî ji Rojavayê Kurdistanê jî kirin.

Elî herwiha destnîşan kir, Amerîka di vê civînê de dilgiraniya xwe li hember kiryarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê anî ziman û ew kiryar şermezar kirin.

Li gorî wî endamê şanda ENKSê, Konsulê Amerîka piştgiriya xwe bo ENKSê nîşan da û got, ku Amerîka dibîne ku ENKS dostekî stratejîk ê Amerîka ye.

Herwiha Konsulxaneya Amerîka dilgiraniya welatê xwe li hemberî girtina serkirdeyên ENKSê û rayedarên partiyên siyasî jî nîşan da.

Rudaw
Top