Partiyên Rojhilat: Em çalakiyên xwe nadin sekinandin
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê diyar dikin ku wan herdem rewşa siyasî û aramiya Herêma Kurdistanê li ber çav girtine û lewma jî bê deng mane.
Berpirsê Pêwendiyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Enwer Mihemedî dibêje, “Piştî hevdîtina berpirsên Hewlêr û Tahranê, ji bo ragirtina çalakiyan ne ti daxuyanî û ne jî ti civînek ligel me nehatiye kirin. Herwiha bersiva hikûmeta Herêma Kurdistanê ya daye Îranê, ji me re giring e ku gotine, em di şerê DAIŞê de ne, hûn bixwe sînorên xwe biparêzin.”
Rêveberiya Îranê ji Herêma Kurdistanê dixwaze pabendê rêkeftina ewlekariyê ya di navbera aliyan de be. Herwiha daxwaz dike ku Herêma Kurdistanê rê need pêşmergeyên partiyên Rojhilat ku li ser sînor li dijî leşkerên Îranê çalakiyan bikin.
Lê berpirsên partiyên Rojhilat, dibêjin ew çalakiyan nadin sekinandin.
Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Tahir Mehmûd jî dibêje, “Em li derveyî rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ne. Ji ber vê yekê em nabin milkê ti mercekê hikûmeta Îranê da ku çalakiyên xwe rabigrin. Mijarek neteweyî li pêş me ye, ne ku berjewendî.”
Dihate çaverêkirin ku piştî civîna berpirsên ewlekariya Hewlêr û Tahranê, bang li partiyên Rojhilat bê kirin da ku tifingan bêdeng bikin.
Lê Berpirsê Pêwendiyên Hewlêr û Tahranê Ebdullah Akreyî jî dibêje, “Em daxwazê ji partiyên Rojhilat dikin ku li ser sînoran nemînin. Ji bo vê yekê jî çendîn rêyên çareseriyê hene. Emê vê yekê bi xweşî ji wan re bêjin. Lê eger nebû, hingî emê helwesta xwe tundtir bikin. Ji ber ku aramiya Herêma Kurdistanê ji bo me giring e.”
Ev mijar partiyên Rojhilatê Kurdistanê nîgeran dike, bêyî ku Îran ti daxwazeka Kurdan pêkbîne, bi guvaşan daxwazên xwe disepîne.
Rudaw
