Amara şerê Hesekê eşkere bû: 14 milîsên rêjîmê hatin kuştin
Duh danê nîvro, li bajarê Hesekê şerekî giran di navbera milîsên rêjîma Sûriyê û hêzên asayişa PYDê de derket.
Li gorî agahiyan, di wî şerî de ku heta niha nayê zanîn ji ber çi qewimiye, 14 milîsên rêjîma Sûriyê hatine kuştin, 2 endamên asayişê jî jiyana xwe ji dest dan, 8 sivîl jî birîndar bûne.
Çavkaniyên nêzîkî PYDê dibêjin, milîsên rêjîmê dest bi şer kirine çimkî wan êrişî sivîlan kirine û hêzên asayişê jî bersiva wan dane.
Heta niha çend caran li bajarê Hesekê şer di navbera hêzên Beşar Esed û PYDê de derketiye.
Hinek tax û deverên bajarê Hesekê heta niha jî di destê hêzên rêjîma Sûriyê de ne.
Basnews
