• Sunday, 22 February 2026
logo

Ereban bang li Barzanî kirin: Me ji dest DAIŞê rizgar bike

Gulan Media August 17, 2016 Nûçe
Ereban bang li Barzanî kirin: Me ji dest DAIŞê rizgar bike
Hoz û kesatiyên Ereb ên Sunnî yên Kerkûkê daxwaza hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kirin.

Erebên Sunnî li bajarê Kekrûkê duyemîn kongreya xwe bo gotûbêjkirina rewşa deverên xwe û çareserkirina nakokiyên xwe saz kirin.

Weke zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, erebên sunnî di vê kongreya xwe de li hev kirin, ku dawî bi nakokiyên xwe bînin û bo wê yekê hin biryar jî dan.

Li gorî agahiyan, yek ji encamên kongreyê ev e, ku eşîr û kesatiyên navdar ên erebên sunnî yên Kerkûkê dan xuyakirin, ku ew dixwazin bi Serokê Herêma Kurdistanê re bicivin û gilî û daxwazên xwe bigihînin Barzanî.

Serokê eşîra Niêm, Şêx Omer Niêmî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Rêxistina DAIŞê malbatan direvîne û rojane bi dehan kesan li Hewîceyê dikuje. Jiyan li vî sînorî nemaye û heta ku diçe, em ezîzên xwe ji dest didin. Ji ber wê yekê em bi giring dizanin, ku bi rêya vê kongreyê daxwaz ji serkirdatiya Kurd û Hikûmeta Iraqê bikin, bo rizgarkirina Hewîceyê alîkariya me bikin.

Erebên Sunnî bo bidawîkirina nakokiyên navbera xwe û bi taybet nakokiyên navbera serokên eşîran, komîteyek hevbeş ava kirin.”

Li gorî biryara kongreya duyem a erebên sunnî, komîteya hevbeş a ereban dê biçe Hewlêrê û Kerbelayê, da ku serkirdatiya Kurdistanê û Şîe ji biryara xwe ya derbarê razîbûna bi beşdarbûna Hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî di şerê kontrolkirina Hewîceyê de agahdar bikin.

Komîteya erebên sunnî yên Kerkûkê herwiha dê daxwaz ji rayedarên Kurd û Şîe bike, ku di kontrolkirina navçeya Hewîceyê û derxistina DAIŞê de alîkariyê bidin wan.

Rêxistinkarê kongreya duyem a erebên sunnî, Xazî Mehmûd derbarê encamên kongreyê de ji Rûdawê re da xuyakirin: “Kongre gihîşt biryara pêkanîna komîteya lidûvçûnê û encamdana hevdîtinan li gel kesatiyên leşkerî yên Hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî û herwiha pêkanîna şanda hevbeş bo Hewlêr û Kerbelayê, da ku bibin nûnerên berdewam ên erebên Kerkûkê.”

Di kongreya duyem a erebên sunnî li Kerkûkê de hat ragihandin, ku di heyama 6 mehan de 30 hezar malbatên Hewîceyê aware bûne û hatine nav bajarê Kerkûkê.

Herwiha hat gotin, ku DAIŞê di heyama wan 6 mehan de zêdetirî 1 hezar û 230 kes kuştine.

Rudaw
Top