Civata Mûsilê: Çeperên Pêşmergêyên Kurdistanê şeş kîlometran nêzîkî Mûsilê ne
Serokê kutleya birayetî û pêkvejiyana li civata parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto ji BasNewsê re diyar kir; ‘’Operasyona rizgarkirina gund û deverên Xazir û Guwêr rê li pêş operasyona rizgarkirina Mûsilê xweşkiriye. Terorîstên DAIŞê piranî revîn û nekarîn tiştekê bikin. Gelek birîndarên terorîstan geheştine Mûsilê. Bi zorê xwîn ji xelkê verdigrin û naha rewşa terorîstan gelek xirabe.’’
Herwaha got ‘’Pêşmergeyên Kurdistanê gelek deverên giring û stratejîk li Xazir û Guwêr kontrol kirin û çeperên Pêşmergeyên Kurdistanê naha şeş heta hevt kîlometreyan nêzîke li parêzgeha Mûsilê. Pêşveçûna Pêşmergeyên qehreman xelk gelek keyfxweş kiriye û em li bendê ne Mûsil jî di operasyonekî waha mezin de bê rizgarkirin.’’
Basnews
