• Sunday, 22 February 2026
logo

“Ocalan ji Erdogan re got derdora te dorpêçkirî ye”

Gulan Media August 17, 2016 Nûçe
“Ocalan ji Erdogan re got derdora te dorpêçkirî ye”
Partiya Herêmên Demokratîk DBPê li dijî kûdetaya leşkerî û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Dêrsimê civîna gel li dar xist.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li dijî kûdetaya leşkerî û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan îro li Dêrsimê civîna gel saz kir.

Di civînê de digel hemwelatiyan Hevseroka DBPê Sebahat Tûncel, Parlamenterê HDP yê Dêrsimê Alîcan Onlu, Hevşaredarên Dêrsimê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn û rêveberiya DBP û HDPê jî amade bûn.

Civîn bi dirûşm û banga ´Ji kûdetayan re na, demokrasî hema niha´, ´Ez xwedî li aştiyê derdikevim, li hember kûdetayan ez li ber xwe didim´, ´Ji tecrîdê re na, çareserî li Îmraliyê ye´ li Hola Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê hat sazkirin.

Di civînê de Hevseroka DBPê Sebahat Tûncel axivî û got ku Ocalan diyar kiribû ku dema ku rêveberiya Tirkiye bijardeya demokratîk hilnebijêre û mafên Kurdan û Elewiyan qebûl neke, hingê wekî 15ê Tîrmehê kûdeta tê li deriyê wan dixe.

Tûncel diyar kir, ku cara yekem peyva ´dewleta di nav dewletê de´ ango ´dewleta firqecêwî´ ji aliyê Ocalan ve hatiye bikaranîn. Tûncel, di vî warî de wiha domand:

"Birêz Ocalan hingê ji Tayyîp Erdogan gotibû ku ´Derdora te dorpêç kirine, dewletek di nava dewletê de heye, haya te jê tune´. Pêkhateyên cemaetê di nava hemû organ û saziyên dewletê de hene. Ji ber ku hikûmeta AKPê polîtîkayên li dijî gelê Kurd bi hevkariya cemaeta Gulen bi rê ve dibir. Bi piranî di serdema deshilata AKPê de mirovên cemaetê ketin nav saziyên dewletê, lewma niha hikûmet bi asanî wan dibînin û ji kar dihavêjin. Ji ber ku bi destê xwe ew kiribûn wan saziyan. Niha tê gotin ku derdora 100 hezar kesî ji saziyên dewletê hatine avêtin. Çawa ewqas zû doz kirin?
Ocalan hingê digot ku ´em dixwazin ku dewletê neçar bikin ku pirsa Kurd çareser bike, lê AKP dixwaze dewletê bike nav lepên xwe´. Di destpêkê de polîtîkayeke zelal a AKPê ji bo çareseriyê tunebû. Me jî ev yek zanibû, lê belê me xwast ku aştiyê bixin nav civakê. Digel ku AKP ne ji dil bû jî civakê derdora ji sedî 70-80 piştevaniya pêvajoya çareseriyê dikirin."

Herwiha Hevseroka DBPê Sebahat Tûncelê di axavtina xwe de destnîşan kir ku dewletên ku li Rojhilata Navîn li ser masê sed sal berê hatine xêzkirin û gelên bindest ên wekî gelê Kurd înkar dikin, niha li herêmê çavkaniya qeyranê ne.

Piştî axavtinên Hevseroka DBPê Sebahat Tûncel û Parlamenterê HDPê Alîcan Onlu civîn ji rojnamegeran re hat daxistin.

Rudaw
Top