Ashton Carter pîrozbahiya azadkirina Minbicê kir
Di daxuyaniyekê de ku BasNews ew şopand Carter dibêje: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi awayekî serkeftî bajarê Minbicê rizgarkir, ev pêngavek girînge jibo têkbirina DAIŞê bi temamî.”
Herwiha got: “Minbic yek ji xalên girîng ên DAIŞê bû, ji wir çekdar diçûn û dihatin Iraq û Sûriyê hewiha yek ji deverên pêkanîna planên DAIŞê li dijî Amerîka û hevpeymanên wê bû.”
Carter eşkere kir ku, azadkirina Minbicê wê dorpêçana li ser DAIŞê li Reqa zêdebike, dawî jî dê li wir deselata DAIŞê têkbiçe.
Carter amaje bi wê yekê kir ku, karekî mezin li pêşiya xelkê Minbicê heye jibo careke din malên xwe ava bikin û vegerin jiyana xwe, daxwaz jî ji Hevpeymaniya Navdewletî kirk u alîkariay wan bike.
Basnews
