• Sunday, 22 February 2026
logo

Asayişa Rojava bi ser malên siyasetmedarên ENKSê de girt

Gulan Media August 16, 2016 Nûçe
Asayişa Rojava bi ser malên siyasetmedarên ENKSê de girt
Asayişa Rojavayê Kurdistanê li dijî partiyên siyasî yên endamê ENKSê de operasyon pêk anî û çend siyasetmedar û endamên Partiya Yekîtî, partiya Serokê ENKSê Ibrahîm Biro girtin.

Çavkaniyekê taybet ji Amûdê ji Rûdawê re ragihand, ku hêzên Asayişa Bajarê Amûdê bi ser malên çend siyasetmedar û endamên Partiya Yekîtî de girtin.

Li gorî zanyariyan, hêzên Asayişa Amûdê yên ser bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê di vê operasyonê de Endamê Polîtboruya Yekîtî Enwer Naso û Endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Yekîtî girtin.

Çavkaniyê Rûdawê da xuyakirin, Asayişa Rêveberiya Xweser herwiha 3 endamên Yekîtî jî girtine.

Partiya Yekîtî endamê Encuena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye û Ibrahîm Biro Serokatiya vê partiyê dike.

Duh şev jî Cîgirê Serokê Partiya Yekîtî, Hesen Salih li nav bajarê Qamişlo ji aliyê hêzên Asayişa Qamişlo ve hatibû girtin.

Herwiha hêzên Asayişa Qamişlo Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtî Ebdulla Gedo û 3 endamên din ên vê partiyê jî li Qamişlo girtin.

Berpirs û endamên PDK-S jî hatin girtin


Hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê duh çend berpirsên pilebilind ên Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) jî girtibûn.

Asayişa Bajarê Qamişlo duh her yek ji Berpirsê Poltîburoya PDK-Sê Mihemed Ismaîl û Endamê Polîtboruya PDK-Sê Neşet Zaza girtin.

Herwiha hêzên Asayişa Qamişlo 3 endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê bi navên Nafih Ebdullah, Ebdulkerîm Hacî û Salih Cemîl jî girtine.

Li gorî agahiyan, hêzên Asayişa Qamişlo herwiha 13 endamên PDK-Sê jî desteser kirine.

Serokê ENKSê jî hatibû girtin û piştre hatibû berdan

Roja 13ê Tebax jî Serokê Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro û berpirsekî din ê partiya wî jî ji aliyê Asayişa Qamişlo ve hatibûn girtin.

Biro piştî çend saetan hatibûn berdan û ji aliyê yekîneyeke ser bi Asayişa Rojava ve li ser sînorê navbera Rojava-Başûrê Kurdistanê hatibû nefîkirin.

Rêveberiya Xweser bê helwest e

Derbarê sedema girtina endam û berpirsên pilebilind ên PDK-Sê de ti zanyarî nehatine zanîn.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê û berpirsên Rêveberiya Xweser û Kantona Cizîrê ti daxuyanî û helwestek fermî li ser girtina wan berpirsên PDK-Sê neragihandine.

Rudaw
Top