• Sunday, 22 February 2026
logo

“PKKê vajî armanca ku li ser hatiye damezrandin kar dike”

Gulan Media August 16, 2016 Nûçe
“PKKê vajî armanca ku li ser hatiye damezrandin kar dike”
32 sal bi ser şoreşa çekdarî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re derbas dibin û heta niha jî berdewam e. serkirdeyekî berê yê PKKê dibêje, niha PKKê vajî armanca ku li ser hatiye damezrandin, kar dike.

Di 15 Tebaxa 1984an de gerîlayên PKKê yekemîn gule li dijî dewleta Tirkiye teqand, ev dîrok jî bû destpêka şoreşa çekdarî ya PKKê. Piştî derbasbûna 32 salan bi ser xebata çekdarî ya PKKê, serkirdeyê berê yê PKKê Dr. Silêman bo yekem car li K24ê aşkere dike ku, destpêkirina şoreşa çekdarî ya PKKê piştî civînekê di navbera Masûd Barzanî û Abdulah Ocalan di sala 1982an li Sûriyê de hat, ku di wê civînê de Barzanî rê da PKKê ku li Başûrê Kurdistanê û li baregehên PDKê xwe amadeya şoreşa çekdarî li dijî Tirkiyê bikin.

Dr. Silêman dibêje, armanca damezrandina PKKê heta sala 1999an bo serxwebûna Kurdistanê bû, lê piştî girtina Rêberê PKKê Abdulah Ocalan ji aliyê hêzên Tirkiyê ve, PKKê wê armancê red dike û vajî armanca ku li ser hatiye damezrandin, kar dike.

Ji aliyê xwe ve, seiyestmedar û kesayetiyê ji PKKê ve nêzîk dibêje, guhartina armanca PKKê tektîkekî siyasî di vê qonaxê de.

Destpêkirina proseya aştî û çareseriyê di sala 2012an de bi navbênkariya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di navbera Tirkiye û PKKê de, bi baştirîn qonax tê hejmartin, lê piştî hilbijartina 7 Hezêrana sala borî, careke din nakokiyan dest pê kir û awaza aştî û demokrasiyê bi dengê teqe, tiving û firokeyan hat guhartin.

K24
Top