• Sunday, 22 February 2026
logo

Agahiyên dawî derheqê operasyona Xazir û Guwêrê de

Gulan Media August 15, 2016 Nûçe
Agahiyên dawî derheqê operasyona Xazir û Guwêrê de
Operasyona Pêşmerge li eniyên Xazir û Guwêrê didome û îro jî 5 gund ji aliyê Pêşmerge ve hatin azadkirin.

Duh danê sibê bi fermandehiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li eniyên Xazira Mûislê û Guwêra Mexmûrê operasyonek berfireh li dijî DAIŞê hat destpêkirin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, di operasyona duh de 6 gund li nêzîkî Mûsilê hatin azadkirin, îro jî 5 gund hatin azadkirin.

Li gorî ku fermandeyên operasyonê dibêjin, heta niha 120 km2 ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatiye azadkirin û operasyon heta niha jî didome.

Li eniya Guwêrê jî, hêzên Pêşmerge rêya sereke ya navbera bajarê Mûsilê û bajarokê Guwêrê jî azad kirine.

Ji duh de bi dehan çekdarên DAIŞê hatine kuştin û komek ji wan jî bi saxî hatine girtin.

Basnews
Top