Peyvdarê Hikûmeta Herêma kurdistanê pîrozbahiya serketinên Pêşmerge dike
Em bi serketinên Hêzên Pêşmerge li her du deverên Xazir û Guwêr serbilind in. Pêşmerge her dem bi bandortirîn hêza şerker a dijî terorîstên DAIŞê ye. Em pîrozbahiyeka gerim ji serketinên îro yên Pêşmerge dikin û sersaxiya kes û karên şehîdan dikin û hêviya zû başbûnê jibo birîndaran dixwazîn, hevdem sersaxiya malbata şehîdê canemerg Mistefa Seîd dikin û hêviya zû başbûnê jibo Peyamnêrê Kurdistan TV Hêmin Nanekelî dixwazîn, berev serketina berdewam.
Sefîn Dizeyî
Pevdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
