• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî serdana sengerên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li mîhwera Xazir kir

Gulan Media August 15, 2016 Nûçe
Serok Barzanî serdana sengerên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li mîhwera Xazir kir
Roja yekşem 14.08.2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna ji rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî terorîstan li mîhwera Xazir û her wiha serpereştîkirina operasyon û serkeftinên Pêşmerge ya li wê mîhwerê da serdana sengerên Pêşmerge kir.

Li vê serdanê da Serok Barzanî senger û binke û baregehên Pêşmerge ya li hêla pêşve ya bereyên şer kir û halê rewş û jiyana Pêşmergeyan li mîhwera Xazir pirsî û ji bo nirxandina pêşketinên dawî û serkeftinên Pêşmergeyan li gel Pêşmerge û Fermandeyên her dû mîhwera Xazir û Guwêr, Mexmûr civiya.

Li vê kombûnê da Fermandeyan naveroka pêşveçûna Hêzên Pêşmerge û ziyanên dijminan ji bo Serok Barzanî behs kir û ragihandin ku ure û morala Pêşmerge gelek bilinde û dijmin tûşî şikestekî mezin hatiye û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li operasyonê da hemû armancên xwe yên diyarkirî li mîhwera Xazir bi dest aniye. Li beşekî dinê serdana xwe da Serok Barzanî destxweşiyê li Fermande û hêzên beşdarbuyên operasyonê kir û spasî qehremanî û xweragiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û serxweşiyê jî li kesukar û malbatên şehîdan kir û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest. Her wiha şîret û rênimayiyên pêwîst jî ji bo Fermandeyên mîhwera Xazir û Guwêr Mexmûr xisterû.

Hêjayî gotinêye berî sibehiya roja yekşemê 14.08.2016 Pêşmergeyên her dû mîhwera Xazir û Guwêr Mexmûr bi mebesta azadkirina gundên di navbera Werdek Guwêr li operasyonek da bi palpiştiya Hêzên Asmanî ya Hevpeymanan êrîş kirin ser terorîstên Da'îş û yanzdeh gund li wê navçeyê hate azad kirin û operasyon bi serkeftina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hemû armancên xwe bi dest anî.

Top