• Sunday, 22 February 2026
logo

Gotibû “ez medalyaya xwe pêşkêşî hemû kurdên cîhanê dikim”

Gulan Media August 14, 2016 Nûçe
Gotibû “ez medalyaya xwe pêşkêşî hemû kurdên cîhanê dikim”
Sporvanê kurd Kiyanûş Rostemî, ku di yariyên olempîka îsal de bibû şampiyonê cîhanê, ji aliyê medyaya Îranê ve hat neçarkirin ku bêje “ez medalyaya xwe pêşkêşî şehîdên heremê” (pasdarên ku li Sûriyê hatine kuştin) dikim!”

Çend roj berê xortê kurd û sporvanê hildana giraniyê (halter) Kiyanûş Rostemî, di çarçoveya olempîka îsal de, karî di hevrikiyên hildana giraniyê de, du caran rekora cîhanê bişkêne û bibe şampiyonê cîhanê.

Kiyanûş Rostemî piştî ku medalyaya xwe ya zêr stand, got, “ez medalyaya xwe pêşkêşî hemû kurdên cîhanê dikim…”

Lê medyaya Îranê ew neçar kirin ku bêje “ez medalyaya xwe pêşkêşî şehîdên heremê dikim!” Di demekî de ku ayîna wî xortê kurd, Yarsanî ye.

Kiyanûş Rostemî, 25 salî û xelkê bajarê Kirmaşanê yê Kurdistana Rojhilat e.

Li Îranê ew pasdarên ku di şerê Sûriyê de hatine kuştin, dibêjin “şehîdên heremê”. Herem, heman goristana neviya pêxemberê îslamî Zeynbe e ku li Şamê ye. Îran dibêje, hêzên me bo parastina wê “heremê” diçin Sûriyê! Goristana Zeynbê wek cihekî pîroz ê şîeyan tê zanîn.

Kiyanûş Rostemî bi kurdî dipeyîve û dibêje: Ez medalyaya xwe pêşkêşî hemû kurdên cîhanê dikim...

Basnews
Top