• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokê ENKSê ji Rojavayê Kurdistanê hat derxistin

Gulan Media August 14, 2016 Nûçe
Serokê ENKSê ji Rojavayê Kurdistanê hat derxistin
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Îbrahîm Biro piştî ku duh ji aliyê asayîşa Qamişlo ve hate girtin îro danê sibê ew ji sînorên Rojvayê Kurdistanê derkirin.

Nûnerê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê yê Hewlêrê Newaf Reşîd ji Rûdawê re diyar kir ku asayişa Rojavayê Kurdistanê Serokê Giştî yê ENKSê Îbrahîm Biro ew ji Rojavayê Kurdistanê derxistin.

Newaf Reşîd da zanîn ki Îbrahîm Biro niha li Başûrê Kurdistanê ye.

Duh Îbrahîm Biro li bajarê Qamişlo ji aliyê asayişa bajêr ve ligel çend endamên ENKSê hatibûn girtin.

Îbrahîm Biro 17ê Tirmehê di hevpeyvînekê Rûdawê de ragihandibû ku dê demekî nêzîk ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe û diyar kiribû ku metirsiya girtina heye, lê belê ew guhdariya vê yekê nake û ewê vegere Rojavayê Kurdistanê.

Rudaw
Top