Lêkolînvanekî Îranê: Tenê Barzanî û baskê wî di nav kurdan de hewla serxwebûnê didin
Nivîskar û lêkolînvanê Îranê Mihemed Sadiq El Huseynî di hevpeyvînekî li gel kanala televîzyona El Meyadîn a ser bi Hizbûllaha Lûbnanê de ragehand, daxwaz kirina serxwebûna Kurdistanê ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve di çarçoveya dijatî û şerê Amerîkayê yê li dijî Îranê de ye.
Mihemed Sadiq El Huseynî, dewleta Kurdistanê ya serbixwe wek Îsraîla dûyem pênase kir û ragehand, Îsraîl berdewam hewl dide welatên ereb dabeş bike.
Li gor wî nivîskarê Îranê tenê Mesûd Barzanî û baskekî kurd daxwaza serxwebûna Kurdistanê dikin û ew jî wek planekî Amerîkayê li dijî Îranê pênase dike.
Li gor gotinên Mihemed Sadiq El Huseynî Îran tu demekê rê ji avabûna dewleta serbixwe ya Kurdistanê re rê nade û Tirkiye jî li rê derketiye. Herwaha li gor wî nivîskarê Îranê serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ji bo li ser erkê xwe bimîne guh nade tu tiştekî û heta welatên ereb parçe parçe jî bin bo wî ne giringe.
Ew gotinên wî nivîskarê Îranê, piştî serokê partiya DEWA û serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ji çapemeniya Îranê re ragahandibû; YNK û Tevgera Gorran li ser bingehê serxwebûna Kurdistanê birêve naçin, ew axiftin kirin.
Basnews
