Li Dihokê rojnamevank hat kuştin
Rêvebirê Ewlekariya Dihokê Hemin Etruşî ji Rûdawê re ragihand ku Huseyîn Alî li ser rêya Dihok û Sêmêlê birîndar hatibû dîtin.
Hemin Etruşî diyar kir rojnamevanê navborî li nexweşxaneyê tevî midexaleyan ji mirinê xilas nebû.
Etrûşî da zanîn saziya tipa dadî derbarê sedama mirina wî de lêkolînê dike.
Medya nêzîk PKKê jî ragihand ew peyamnêrê wan bû.
Di nûçeyê de hat ragihand Vedat Huseyî Alî jji aliyê hinek kesên nenas ve tê revandin û piştî çend saetan cenazeyê wî li ser rêya sereke ya di navbera Dihok û navçeya Sêmêlê de hate dîtin.
Rudaw
