Serok Barzanî li gel şandekî hevbeş ya Iraq û Amerîka civiya
Li civînê de Nûnerê Serok Obama li hevpeymaniya şerê dijî Da'îş spasî Serok Barzanî kir ji bo rexsandina hevdîtinê û xweşhaliya xwe jî bi hemahengî û karê hevbeş ya di navbera Hewlêr û Bexda li şerê Da'îş de nîşanda û amadekariyên ji bo azadkirina Musil û siyaseta giştî ya welatê xwe jî ya di derbarê operasyona azadkirina Musilê xisterû û tekez li wê yekê kir ku pêwîste ji bilî aliyên serbazî operasyona azadkirina Musilê terkîzê bixin ser aliyên mirovî û siyasî ya operasyonê. Her wiha ji bilî balkişandina li ser dû salê dijwarê şerê dijî Da'îş wê yekê ragihand ku li sayeya qurbanîdan û qehremaniya hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê niha Da'îş li paşvekêşî û şikestê daye. Her wiha nêrîna Serok Obama ya di derbarê pêwîstiya komkirina şiyanên Amerîka ya ji bo ji navbirina terorîstên Da'îş eşkere kir.
Li beranber da Serok Barzanî bi navê Herêma Kurdistan û Iraqê spasî Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka û hevpeymanan kir ku li şerê dijî terorîstên Da'îş piştevanê Pêşmerge û hêzên Iraqiyan bûne û serkeftin û destkeftên serbazî bi yarmetiya artêşa Amerîka û hevpeymanan hatiye mîsoger kirin. Di derbarê operasyona azadkirina Musilê Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku divê rêkkeftinekî hur û rûn li ser qonaxa piştî Da'îş hebê bo ku bikarê parêzgeha Nînowa bi beşdariya hemû aliyek jiyanekî nû ava bike û êdî karesat di derbarê pêkhatan û bi taybetî Êzîdî û Mesîhiyan rû nede û balkişand li ser wê yekê jî ew karesat û zulma ji aliyê Da'îş ve beranber Êzîdî û Mesîhiyan hatiye kirin tu demekî nayê îhmal kirin.
Her li vê civînê de naverok û hengavên kirdariyên ji bo azadkirina Musil û rêkkeftina li ser qonaxa piştî Da'îş û rehendên cûda cûdayên qonaxa piştî Da'îş û hestiyariya rewşa Nînowa û hêzên beşdarbuyên operasyonê xistin ber behs û guftûgoyan û her sê aliyan dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê gefan û naveroka operasyona azadkirina Musilê û qonaxa piştî Da'îş xisterû.
