• Sunday, 22 February 2026
logo

Qamişlo: Mangirtinek bo azadkirina Serokê ENKSê

Gulan Media August 13, 2016 Nûçe
Qamişlo: Mangirtinek bo azadkirina Serokê ENKSê
Bo şermezarkirina girtina Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ji aliyê Asayişa Qamişlo ve, endamên Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriyê (PYK) mangirtinek li pêş nivîsgeha xwe li bajarê Qamişlo lidar xistin.

Asayişa Qamişlo Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) Îbrahîm Biro li nava bajarê Qamişlo binçav kirin û berve cihekî nediyar ve birin.

Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiyê Kurd li Sûriyê (PYK) Hesen Salih derbarê girtina Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji aliyê Asayişa Qamişlo de ji K24ê ragihandibû ku, bo rizgarkirina Serokê ENKSê dest bi xwepêşandanan bikin.

K24
Top