Malîkî: YNK û Tevgera Goranê li dijî serxwebûna Kurdistanê ne
Nûrî Malîkî di hevdîtinekê ligel ajansa fermî ya Îranê de ragihand, metirsiya perçebûna Iraqê metirsiyeke cidî ye û hîn egere bibe, lê hin partiyên Kurdî hene li dijî perçekirina Herêma Kurdistanê ji Iraqê ne.
Malîkî got jî, YNK û Tevgera Goranê ti armancên wan berve serxwebûn û cudabûna Kurdistanê ji Iraqê tune ne û ew her du partî tenê dilxweşiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dikin, lê baş dizanin ku ew pirs naçe serî.
Di beşeke din ya wê hevdîtinê de Malîkî dibêje, tevî ku beşeke nezin ji Suneyên Iraqê li dijî perçebûna Iraqê ne, lê hember vê yekê hin serkirdeyên Sune yên nêzîkî Qaide, DAIŞ û taifî hene, daxwaza perçebûnê dikin.
K24
