• Sunday, 22 February 2026
logo

Ewnî: Rewşa navxweyî ya Kurdistanê proseya çaksaziya partî li paşxistiye

Gulan Media August 13, 2016 Nûçe
Ewnî: Rewşa navxweyî ya Kurdistanê proseya çaksaziya partî li paşxistiye
Endamê serkirdayetiya partî Dîmokratî Kurdistan(PDK)Elî Ewnî ragehand ku pirojeyên çaksaziya Hizbî bo guherînên navxweyî û dubare rêxistin karûbaran amade ne, lê rewşa Herêma Kurdistanê ji aliyeê siyasî û şerê li dijî DAIŞê li paşxist.

Derbarê vê yekê Endamê serkirdayetiya partî Dîmokratî Kurdistan(PDK)Elî Ewnî di daxuyaniyekê de taybet bo K24ê ragehand ku projeya çaksaziya Partî dê hinek barega û liq têkel bibin û hin berpirs jî dê werin guhertin, bo vê yekê 27 rapor bo çaksaziyê hatine pêşkêş kirin, ew rapor rêxistin, rêkxiraw, darayî, pêwendî û hemû navxweya partî li xwe digrin.

Derbarê bandora çaksaziya partî li ser rewşa navxweyiya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên ligel aliyên din yê Herêmê û Bexda û derve Ewnî wiha got: "Komîteyên pispor bo hemû babetan pêkhatiye ku karê xwe dike, herwiha berpirsên bilind yên partî û kesên şareza û pispor endamên wan komîteyan ne."

K24
Top